Collection

Ji Şer Ber bi Aştîyê: Bêçekkirina PKK’ê û Potansiyala Kesk a Aştiyê li Rojhilata Navîn

Întegrekirina Dadweriya Veguhêz a Kesk di pêvajoya aştiyê ya PKK-Tirkiyeyê de dikare zirarên ekolojîk ên şer çareser bike û aştiyek mayînde û berfireh pêş bixe.

Date Published
1 Nov 2025
Turkish_Army_vehicles_in_Diyarbakır

UNU-INWEH Kurtenivîsa Siyasetê: Dinç, P., Eklund, L., Matin, M., Madani, K. (2025). Ji Şer Ber Bi Aştiyê Ve: Bêçekkirina PKKê û Potansiyela Kesk Ji Bo Aştiyê Li Rojhilata Navîn. Zanîngeha Neteweyên Yekbûyî Enstîtûya Av, Jîngeh û Tenduristiyê (UNU-INWEH), Richmond Hill, Ontario, Kanada. doi: 10.53328/INR25PDR003 

Pêşniyara siyasî jî li Îngilîzî û Tirkî heye.

DOWNLOAD PDF 

 

 

Biryara PKKê ya çekberdanê di sala 2025an de ji bo veguherîna avakirina aştiyê li Rojhilata Navîn derfeteke dîrokî pêşkêş dike. Ev pêşketin ne tenê bidawîkirina şerê çekdarî yê bi dehan salan e, di heman demê de, destur dide ku wekî birîna daristanan, çavkaniyên avê yên qirêj û erdên hilweşiyayî jî tê de zirara ekolojîk a kûr a ku li herêmên Kurdan maye bê dest girtin.

Dadweriya Veguhêz a Kesk (Green Transitional Justice - GTJ) ji bo sererastkirina van mîrateyan bi rêya qebûlkirina zirarên jîngehê, hêzdayîna civakên herêmî, û tevlîkirina qurbaniyên ne-mirovî di pêvajoyên dadweriyê de çarçoveyek pêşkêş dike. Berevajî dadweriya veguhêz a kevneşopî, GTJ pêşîniyê dide restorasyona ekolojîk û newekheviyên avahîsaziyê yên ku pevçûnan gur dikin, dixe ber pirsê.

Avakirina aştiyeke mayînde pêdivî bi tevlêbûna ekolojîk, beşdariya çalak a civakê ya pêvajoyê û hevkariya dersînor heye. Ev rêbaz, dema ku ji hêla îradeyeke siyasî ya domdar û modelên fînansekirinê yên nûjen ve were piştgirîkirin, dikare aştîyek ne tenê siyasî, lê di heman demê de jîngehparêzî ye jî misoger bike, bi vî rengî berxwedan û dadweriyê demdirêj xurt dike.